18 Gulan 2017•Rojanekirin: 19 Gulan 2017
YALOVA
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu di merasima vekirina avahiyê xizmetê ya Şaredariya Altinovayê de axivî.
Soylu anî ziman ku Tirkiyeyê dest bi rêwîtiyeke nû kiriye lê bi hin sedeman hewl tê dayîn ku ev rêwîtî bê sekinandin.
Soylu behsa tekoşîna dijî terorê kir û wiha axivî: "Vê sibê di saet 04.30an de me 6 terorîstên ku xwe di şikeftê de veşartibûn kuştin. Rojek berê li Muradiyeyê Alîkarê Serokê Navçeyê di saet 02.00yan de dema ku diçe mala xwe terorîstan rêya wî birîne û kurapê wî li wir şehîd kirine. Me li ser dîwêr nivîsî 'Ev tişt wê bêbersiv nemîne'. Îşev xwîna wî ewladê me li erdê nema. Hêzên me yên ewlehiyê cezayê ku heq dikirin dan ji wan sê kesan yên ku ew şehîd kiribûn."
Wezîr Soylu got ku Tirkiye wê her biçe mezin bibe, aboriya xwe pêşva bibe û bi vî awayî bersivê bide kesên ku li ber pêşvaçûna welêt astengiyê derdixin.