Haydar Şahin
07 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
ANKARA
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ji bo mueyîdeyên welatê wî dane ser Îranê got, "Yên bi Îranê ra kar bikin nikarin bi Amerîkayê ra kar bikin."
Trump di hesabê xwe yê Twitterê da wiha nivîsî: "Me mueyîdeyên li dijî Îranê bi fermî eşkere kir. Ev mueyîdeyên herî dijwar in û di mijdarê da şideta wan ew ê zêde be."
Serokê Amerîkayê hişyarî da ku kesên guh nedin mueyîdeyên li ser Îranê ew ê nikaribin bi Amerîakyê ra bazirganiyê bikin û wiha got, "Yên bi Îranê ra kar bikin nikarin bi Amerîkayê ra kar bikin. Hedefa me aştiya dinyayê ye, ji wê kêmtir nabe."
Rêveberiya Turmp ji peymana nukleerê ya bi Îranê ra hatibû îmzekirin vekişiyabû û paşê jî dîsa dest bi pêkanîna mueyîdeyên hatibûn sekinandin kiribû.
Pakêt ji 7ê tîrmehê pê va kete rewacê, li gor pakêtê, Îranê negihêje dolarê Amerîkayê, nikaribe tehwîlên dewletê bifroşe, bi zêr, pola, alumînyum, komir û madenên bi qîmet bazirganiyê bike, nikaribe teyareyên rêwiyan û parçeyên wan îtxal bike.