09 Adar 2016•Rojanekirin: 11 Adar 2016
HEWLÊR
Serokê Berê yê Partiya Demokrasiyê (DEP) ya ku hatibû girtin Yaşar Kaya li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê wefat kir.
Fevzî Çetînê doxtorê Kaya di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê da diyar kir ku siyasetmedarê kurd ji ber têrnekirina gelek ezayên bedenê mir.
Hat ragihandin ku piştî karûbarên fermî ew ê cinazeyê Kaya bibin li Bazîda navçeya Agiriyê binax bikin.
Yaşar Kaya kî ye?
Yaşar Kaya di sala 1938an da li Qersê hate dinyayê. Lîseya Kabataşê ya Stenbolê qedand û di sala 1959an da dema ku li Fakulteya Îqtisadê ya Zanîngeha Stenbolê dixwend bi 49 kesan ra hat derdestkirin. Doza ku di nav raya gişkî da bi navê "Doza 49an" tê zanîn 10 salan ber xwe da. Kaya di sala 1965an da perwerdeya xwe temam kir.
Kaya wek serokê Partiya Demokrasiyê (DEP) ya ku di sala 1991î da hatibû avakirin 3 salan wezîfe kir. Di 16ê hezîrana 1994an da DEP bi destê Dageha Qanûna Bingehîn hat girtin. Ji ber gelek dozên ku der heqê wî da hatin vekirin Kaya hetanî 2014an li Frankfurta bajarê Almanyayê jiyana xwe dewam kir. Kaya di 17ê nîsana 2014an da vegeriyabû Tirkiyeyê.