- Jiyana Murat Gogebakan
Murat Gogebakan di 9ê Çiriya Pêşîna 1968an li Edeneyê jidayik bû. Perwerdehiya ewil, navîn û liseyê li Edeneyê qedand. Gogebakan piştî perwerdehiya li Edeneyê di sala 1986an de li Konserwatiwara Dewletê ya Ankarayê ya Zanîngeha Hacetepeyê dest bi zanîngehê kir.
Gogebakan piştî perwerdehiya xwe ya li vir, li Zanîngeha Çûkurovayê wekî endamê hindekariyê xebitî. Di van salan de perwerdehiya dergahê girt û dersên gitarê da. Gogebakan heta sala 1995an li Edeneyê jiya.
Hunermend di sala 2002an de li ser MUYAPê albûma bi navê "Ayyuzlum"( Rûheyva Min) derxist û xelata "Xelatên Albuma herî zêde tê firotin" girt. Gogebakan pişt re albumên bi navên "Yarali" û "Sana Olan Aşkim Şahît" derxist.
Gogebakan bi navê "Hasan'dan Olma Hatîce'den Dogma Murat Gogebakan" (Murat Gogebakanê ku ji Hesen çêbû û ji Hatîceyê jidayik bû) jî pirtûkek derxist. Gogebakan herî dawî albuma "Aşkin Gozyaşlari" (Hêsrên Evînê) derxist.
- Strana bi navê "Ûzûn Adam" (Zilamê Dirêj) diyarî Serokwezîr Erdogan kir
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan çû mala Gogebakanê ku strana bi navê "Ûzûn Adam" (Zilamê Dirêj) diyarî wî kir û ew dît.
Serokwezîr Erdogan di kampanyayên hilbijarinên serokomariyê de di 9ê tîrmehê de li Qada Serokomariyê ya Tokatê ji Murat Gogebakan re dia kiribû.