ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû got ku "Em di nav fikra bendbendîbûnê de nînin. Em dixwazin ku lihevkirineke mezin a civakî pêk were. Rast nîne ku di nav fikra bendbendîbûnê de serokomar bê diyarkirin."
Kiliçdaroglû bi arîkarên Serokê Giştî yên CHPyê Erdogan Toprak û Yakûp Akkaya û bi Sekreterê Giştî yê CHPyê Gursel Tekîn re Hak-Îşê ziyaret kirin û bi Serokê Giştî yê Hak-Îşê Mahmût Arslan û Lijneya Birêvebirinê re hatin bal hev.
Kiliçdaroglû piştî hevdîtinê daxuyanî da û got ku "Ez piştî ku bûm serokê giştî cara ewilîn e ku têm Hak- Îşê, ji ber ku hatim serdana Hak- Îşê kêfxweş im."
Kiliçdaroglû bi bîr xist ku gel dê cara ewil serokomar hilbijêre û wiha axivî: "Ji ber vê yekê ev hilbijartin gelekî girîng e. Em di nav fikra bendbendîbûnê de nînin. Em dixwazin ku lihevkirineke mezin a civakî pêk were. Rast nîne ku di nav fikra bendbendîbûnê de serokomar bê diyarkirin. Heke em lihevkirineke civakî bikin divê em fikrên hemû aliyên civakê hîn bikin."
Ji Kiliçdaroglû xwepêşandana malbatên ku zarokên wan ji aliyê rêxistinê ve hatine revandin û daxuyaniyên Selahattîn Demirtaş ên di vî warî de hat pirsîn. Kiliçdaroglû li ser vê yekê got ku "Rast nîne ku mirov revandina zarokan biparêze. Rast nîne ku mirov ji bo zarokên ku hatine revandin hincetan bibîne. Divê em hesasiya dayîkan bibînin."
Pêvajoya Çareseriyê
Kiliçdaroglû pirsa "Der barê pêvajoya çareseriyê de civîn tên kirin, Serokwezîr Erdogan got ku armanca wan a dawîn vegerîna malê ye. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?" wiha bersivand: "Gelo pêvajoya çareseriyê yan neçareseriyê, a rast ez di vegotinê de hinekî zehmetiyê dikşînim. Em di nav sîstemeke wisa de dijîn ku hemû rê girtî ne, rêyan sibehê vedikin, êvarê dîsa dikolin û digirin. Serokwezîrê welatekî bifikirin, hikûmetê aniye astekî wisa ku bûye wekî dîwarê girînê, mirov dibêje ku ne ew bi xwe, kesekî din e serokwezîr. Pêvajoyeke ku li ser bêewlehiya dualî hatiye avakirin, bi ser nakeve."