TBMM
Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek Pêşnûmaya Lêpirsîna Parlementoyê ya ku CHPyê der barê operasyonên 17 û 25ê kanûna pêşîn de ji bo Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dabû, paş de şand.
Çîçek ji Cîgirserokê Koma CHPyê Engîn Altay re nivîsek şand û destnîşan kir ku pêşnûmaya ji bo ku der barê Serokwezîr Erdogan de Lêpirsîna Parlementoyê bê vekirin, hatibû dayîn ji aliyê Serokatiyê ve hat lêkolînkirin û wiha hat gotin:
"Di pêşnûmaya we de tê dîtin ku 5 qeydên guhdarkirinê yên der barê axaftinên telefonê yên ku tê îdiakirin ku di navbera Serokwezîr û Bîlal Erdogan de ne, cî digirin. Azadiya ragihanê mafekî wisa ye ku bi madeya 22yemîn a Destûra Bingehîn tê parastin û li gor wê madeyê veşartîbûna ragihanê esas e. Her wiha li gor madeya 20emîn mafê her kesî heye ku bixwaze ku li hember jiyana wan a taybet û jiyana malbatê rêz bigirin û ev yek li gor Destûra Bingehîn wekî mijareke destlênedayînê hatiye binavkirin."
Eşkerekirina qeydên dengan a di pêşnûmaya we de ya di çarçoveya faliyetên rêzikdanînê de, dikeve nav bêberpirsyariya rêzikdanînê û her wiha mafê tezmînê ya kesên sêyemîn û berpirsyariya saziyan jî ji holê ranake. Heke pêşnûmaya we li gor mijarên ku hat qalkirin bê verastkirin, em dikarin li serê muameleyê bikin."