ANKARA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş got: "Komployeke qirêj li pêşberî me ye. Gava wextê wê bê em ê daxuyaniyê bidin."
Ji Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş re gotin ku 'dibêjin we îstifaya xwe daye Serokwezîr Erdogan' li ser vê Bagiş got: "Komployeke qirêj li pêşberî me ye. Gava wextê wê bê em ê daxuyaniyê bidin."
Bagiş bi Serokê Şaredariya Mezin a Ankarayê Melîh Gokçek re hat Meclisê. Rojnamevanan der heqê operasyona ku navenda wê Stenbol e de jê hin tişt pirsîn Bagiş got: "Gava ku dema wê bê ez ê biaxivim."
Rojnamevanan got "kîngê?" Bagiş got "Destûrê bidin wê jî ez kifş bikim."