DIYARBAKIR
Konferansa Neteweyî ya Kurdan cara duyemîn paşve hat avêtin. Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş der barê paşveavêtina konferansa ku dê li Erbîlê bê lidarxistin de got: "Ji ber hilbijartinên Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) paşve hat avêtin."
Demîrtaş û Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Evdila li Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê hevdîtin kirin û piştî vê pirsên rojnamevanan bersivandin.
Ji Demîrtaş sedama paşveavêtina Konferansa Neteweyî ya Kurdan ku dê li Erbîlê bihata lidarxistin, hat pirsîn.
Demîrtaş dest nîşan kir ku ew û partiya xwe dixwazin ev konferans di demeke kurt de bê lidarxistin lê ji ber ku amadehî neqediyan paşveavêtina ewil pêk hat.
Demîrtaş diyar kir ku paşveavêtina duyemîn jî, ji ber hilbijartinên Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) hat kirin û wiha dewam kir: "Êdî konferans ji bo ku di dîroka hatiye eşkere kirin de bê kirin, lazim e ku her kes bixebite. Lazim e ku hemû partî bizanibin ji bo ku kongre bê kirin soz dane gel û bila hay ji vê soza xwe hebin. Em dizanin ku him hin hêzên li herêmê û him jî hin hêzên navneteweyî ji bo ku ev kongre neyê kirin, dixebitin. Ya girîng bendewariya gel e. Dema ku li gor vê bendewariyê kar û xebat bên kirin, em wisa bawer dikin ku dê kongreyeke neteweyî pêk bê. Ji bo hejmara delegeyan nîqaş hene lê ev ne meseleyeke ku çareserkirina wê zehmet be. Paşveavêtina konferansê ji ber hilbijartinên Herêma Kurdistanê ye."
Rojnamevanekî teqemeniyên ku li Bîngolê di wesaîtekê de hatin dîtin jî ji Demîrtaş pirsî û got "Gelo dibe ku ev ji bo sabotekirina pêvajoya çareseriyê be?" Demîrtaş da zanîn ku der barê bûyerê de ne xwedî agahiyên berfireh e û ji bo pêvajoya çareseriyê axaftina xwe wiha domand: "Em di heyama herî krîtîk de ne ku lazim e hikûmet gavê biavêje. Her deqîqeya ku hikûmet gavê neavêje pêvajoyê dixe tengasiyê. Serokwezîrê vî welatî derketiye dibêje 'pêvajo filan tuneye'. Em wek partî ji bo pêşvekirina demokratîk dixebitin, lê ew dibêje li holê pêvajo tuneye. Ger pêvajo tuneye hevdîtinên ku hikûmetê heta niha bi Îmraliyê re, bi Qendîlê re kirin bê wate ne. Heke wisa be hikûmetê jixwe pêvajo qedandiye. Heke wisa be kî çi dizane dê wê bike. Heta niha hikûmetê ji bo pêvajoyê gaveke baş neavêt. Di axaftinên wan de jî tiştekî erênî tuneye. Bifikirin ku hûn dixwazin pirsgirekeke 100 sal e heye, çareser bikin, lê hikûmetê hê jî gotinên xwe neguhert. Hê jî zimanê tûj bi kar tîne. Îradeya siyasî ya kurd piçûk dibîne. Kurd vê yekê qebûl nakin.
Rojnamevanekî bi bîr xist ku Ajansa Anadoluyê dest bi weşana kurdî kir lê Komîsyona Destûrê hêj zimanê kurdî qebûl nake û ji Demîrtaş pirsî ku "Gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?"
Demîrtaş jî wiha bersiv da: "Dewleta Komara Tirkiyê dibêje 'kurdî' malê dewleta Tirkiyê ye, ne malê kurdan e. Em wek dewlet çawa bixwazin dikarin bi kar bînin lê kurd nikarin. Ji ber vê jî kurdî li Tirkiyê zimanê dewletê ye, ne zimanê kurdan e. Ji bo çareseriya pirsgireka kurdan lazim e ku dewlet kurdî wek zimanê kurdan qebûl bike. Ji Ajansa Anadoluyê re serbest e lê ji zarokên kurd re qedexe ye. Sibê du sibe dê dibistan vebin û em ê ji bo vê bixebitin. Ez weşana Ajansa Anadoluyê piçûk nabînim, bila teqez bike, pir girîng e. Hemû qanalên nûçeyan bi azadî bila bi hemû zimanan weşanê bikin. Lê dema ku ev maf bi tenê ji dewletê re hebe û ji kurdan re tunebe, mirov jê dikeve şikê ku di bin vê de tiştên veşartî hene."
- Hevdîtina bi Ocalan re
Demîrtaş dest nîşan kir, ji bo ku biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dane û wiha pê de çû: "Hevalên me ji bo çûyîna Îmraliyê îro serî li Wezareta Dadê dan. Bendewariya me ew e ku di nav 10 rojan de em biçin serdanê. Bendewariyên hikûmetê bi cih hatin. Çi bûn bendewariyên hikûmetê, digotin bila agirbest hebe, paşvekişîn hebe. Ew jî çêbûn. Niha jî bendewariyên gel hene, hikûmet jî divê wan bendewariyan bi cih bîne ku dilê gel rihet bibe. Heke hikûmet ji dil û can bixebite pêvajo nakeve tengasiyê û dê çêtir bimeşe."