ŞANLIURFA (AA) - Ji ber ku di navbera rêxistina terorê DÎŞI û hêzên kurd de pevçûn li nêzîkî Sûrica navçeya Rihayê zêde bûn, tank sewqî herêmê kirin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê bi dest xist, nêzîkî deriyê sînor ê Murşîtpinarê çûn û hatineke leşkerî dest pê kir. Ji ber ku guleyeke hewanê ji aliyê sînor ê din kete eraziyekî vala yê li Taxa Murşîtpinarê 35 tank sewqî herêmê kirin. Welatiyên ku xwestin pevçûnên li nêzîkî sînor temaşe bikin jî hêla leşkeran ve ji herêmê hatin dûrxistin.
Tank demekê hatin û çûn û leşkeran berê tankan ji hêla Sûriyeyê ve kirin.
Guleyên hewanan ên ji aliyê din tên avêtin hin caran dikevin herêma nêzîkî sînor. Hêzên ewlekariyê jî bi dûrbînan ve pevçûnên li Kobaniyê dişopînin.
Ji bo gelê Kobanêyê kesên ku dixwazin vegerin mala xwe da ku alavên xwe bînîn destûr nayê dayîn.
Tîmên tenduristiyê yên ku ji sînor derbas dibin jî birîndaran tînin nexweşxaneyên navçeya Sirûcê û Rihayê.