01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2016
HAKKARÎ
Levent Gokê Cîgirserokê Koma CHPyê destnîşan kir ku ji bo Tirkiye di warê demokrasî û mafên mirovan da pêşva here dixebitin.
Di serokatiya Levent Gok da lijneya CHPyê ya ku ji Çetîn Osman Budakê Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê, Onursal Adiguzel û Gulay Yedekciya Parlementerên Stenbolê, Namik Havutçayê Parlementerê Balikesirê û Mehmet Gokdagê Parlementerê Gazîantepê pêk tê, li Yuksekovaya navçeya Hekariyê lêkolîn kirin.
Lijneyê serdana Serokatiya CHPyê kir û li vir bi alîgirên partiyê ra hat bal hev.
Gok bal kişand ku sepana Rewşa Awarte berdewam e û wiha xeberda, "Tirkiye vê rewşê heq nake. Divê Tirkiye di demokrasiyê da li ciyekî baştir bûya. Lêbelê niha hem li nava welat û hem jî li dervayê welat qelek nîqaş li ser tên kirin. Di hewldana 15ê Tîrmehê da me derbe qewirand û em xwedan li vîna gel derketin."
Gok îdia kir ku teror roj bi roj zêde dibe û wiha pê da çû:
"Divê vir jî bibe mîna deverên din ên Tirkiyeyê. Wekî CHP emê bêtir bixebitin ku Tirkiye di warê demokrasî û mafên mirovan da zêdetir pêşda biçe. Divê em çareyan peyda bikin da ku aştî were welatê me."
Şandeya CHPyê paşê esnafê Kolana Cengîz Topelê ziyaret kir û bi welatiyan ra sohbet kir.