29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 30 Mijdar 2016
TBMM
Serokwezîr Yildirim: "Ez ji vir bi eşkereyî ji hemû mixataban ra dibêjim: Di qeyrana di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê da herdu teref jî wenda dikin, lê hûn ê bibêjin kî zêde wenda dike; bêguman herî zêde YE wenda dike. Divê YE baş bizanibe ku dewamkirina têkilî û pêwendiyên bi Tirkiyeyê ji bo ewlehiya Ewropayê ya di pêşerojê da mecbûrî ye."
Serokwezîr Yildirim: "Li başûrê rojhilatê hêzên me yên ewlekariyê herêm bi temamî paqij kirin. Wezaretên me yên eleqedar tespîtên pêwîst kirin. Em binesaziyê seranser diguherînin. Me dest pê kir û em şûna xaniyên rûxandî yên bedew û çêtir çêdikin. Emê di salekê da 36 hezar xaniyî çêkin û teslîmî welatiyên xwe bikin. Bi vî awayî dema ku çêkirina xaniyan temam bû, mexdûriyeta ji ber terorê jî dê ji holê rabe."
Serokwezîr Yildirim: "Ez ji birêz Bahçelî ra ji ber ji ber hewlên wî yên bi kêrî pêşeroja welêt, helwesta wî ya avakar spas dikim. Piştî ku em bi îzna Xwedê hevdîtina xwe ya dawîn bikin emê vê (makezagonê) ji Serokatiya Meclisê ra wek pêşniyaza Koma AK Partiyê pêşkêş bikin. Helbet heke MHP bixwaze vê pêşniyazê bibe wê demê emê bi hev ra pêşkêş bikin."
Serokwezîr Yildirim: "Qaymeqamekî ciwan di miqamê xwe da hat şehîtkirin. Me dixwast ku birayên me yên CHPyî malbata wî qaymeqamî jî ziyaret bikira. Ew heta diçin Mêrdînê bira biçin Sakaryayê. Welathezî wiha çêdibe. Welathezî ew e ku meriv bi gel ra be; ew ne welatheziye ku meriv cesaretê bide terorê."
Serokwezîr Yildirim: "Qaymeqamek ciwan li meqamê xwe hat şehîdkirin. Me dixwest ku birayên me yên CHPyî malbata wî qaymeqamê jî ziyaret bikira. Ew heta ku diçine Mêrdînê bila herin Sakaryayê. Welatperwerî encax wiha tê nîşandan. Welatperwerî ew e ku mirov li cem miletê xwe be; cesaretdana terorê welatperwerî nîne."