Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di mitînga partiya xwe ya Mêrsînê da axîvî û got ku ew ê ji aliyekê va demokrasiyê xurt bikin, ji aliyekê va wek birayan mil bidin hev bijîn û Tirkiyeya nû ava bikin.
Davutoglu got ku Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş got "Quds mekanê pîroz ê cihûyan e" û wiha dewam kir:
"Hey Mêrsîn, Quds mekanê pîroz ê kî ye? Yê me ye. Hûn ê heddê vî xafilê ku dibêje 'Quds mekanê pîroz ê cihûyan e' bînin bîra wî? Egîdên tirkmen, kurd û ereb hûn ê bibêjin ku 'Quds cihê me yê pîroz e'? Heta Toros xirab nebin, Behra Spî nemiçiqe, asîman negihîje erdê, bi tu awayî em ê destûrê nedin ku karakterê îslamê yê Qudsê biguhere. Asîman tê erdê, Toros qet çok vedidin, Behra Spî hîç dimirçiqe? Va ye baweriya me jî namirçiqe, baweriya me jî, edetên me çok venadin."
"Durûtiyeke wiha nabe"
Davutoglu gotina serokên HDP û CHPê ya ku dibêjin ew ê Serokatiya Kar û Barên Diyanetê û dibistanên îmam xetîbê rakin bi bîr xist û wiha got: "Em ê êdî destûrê bidin ku bi dîn û baweriya vî milletî bilîzin? Hûn hene ku em AK Partiyê li hemberî van xurt bikin? Hûn hene ku em Mêrsîn, Bidlîs û Diyarbekirê bikin birayê Edirne û Konyayê? Em ê heta hetayê bibn bira?"
Davutoglu bangî Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş kir û wiha got:
"Demirtaş li rojava berdevkiya aştiyê, li rojhilata berdevkiya terorê neke. Ez ji Demirtaş hin pirsan dikim. Li vê derê, li Mêrsînê kurd, yoruk û ereb bi aştiyane dijîn. Van deran tev nedin. Rojhilat û başûrrojhilat tev nedin. Pirsa min a ewil ev e. Birayê te li serê çiyê çi dike? Çima danakeve û ji bo aştiyê naxebite? Ez dîsa dipirsim. Te çima di bûyerên 6 û 7ê cotmehê da birayên me yên rojhilat û başûrrojhilat derxistin kuçe û kolanan û nalîn bi ser wan xist. Te çima lenet li wan neanî ku Yasîn Boruyê 16 salî di qata 4an da avêtin xwarê? Dema hilbijartin nêz dibe, dibe berdevkê aştiyê, hilbijartin diqede, dibe berdevkê terorê. Durûtiyeke wiha nabe. Maskeya xwe dayne, paşê derkeve pêşiya me."