Li Tarsûsa navçeya Mêrsînê du kesên ku bi çekan ve êrîşî polêsan kirin jê yek hat kuştin û yê din jî birîndar hat bidestxistin.
Li gor agahiyan duh şev du kesên ku rûyên wan nixûmandî bi motorsîkletê ve hatin taxa Kavakliyê û li wir êrîşî polêsên ku ji bo xwepêşana bêdestûr tevdîr hildidan, kirin.
Polês li dû êrîşkaran ketin û di kuçeya 2450an de ew girtin. Êrîşkaran guh nedan hişyariya teslîmbûnê û gule teqandin.
Di navbera polêsan û wan de pevçûn derket. Di pevçûnê de M.O hat kuştin û M.Ç jî birîndar bû.
Der barê bûyerê de jêpirsîn dewam dike.