Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "Sê partiyên legal hene: MHP, CHP, HDP, sê heb jî çeteyên îllegal hene. Yek paralela Pensîlvanyayê, ya duyem Qendîl yanî PKK, ya sisiyan niha derket, DHKP-Cya rêxistina terorê."
Davutoglu li Çanakkaleyê di mitînga partiya xwe de bangî welatiyan kir.
Davutoglu got ku ew di her qadê de xizmetê dikin, lê hinek dixwazin van xizmetan bidin sekinandin û wiha axivî:
"Hûn ê destûrê bidin ku kirinan bidin sekinandin? Tirkiye pêş ve diçe, di vê pêşveçûnê de sê partiyên legal hene: MHP, CHP, HDP... Ev her sê partî li ser tu tiştî li hev nakin, her yek cuda ye, lê ji bo hilbijartinê her sê bi hevra tevkariyê dikin. MHP her wext dibêje ew li dijî HDPê, li dijî cudaxwaza ye. Duh Alîkarê serokê Giştî yê MHPê dibêje ku: 'Bi kêrî me tê ku HDP ji bendê derbas bibe'. Hûn dibînin, bi HDPê re tevkariyê dike? Li Edene û Mêrsînê êrîşî avahiyên HDPê kirin, me ew êrîş şermezar kirin. HDP got ku 'AK Partiyê ev yek kir'."
Davutoglu wiha got: "Gotin 'bira MHP daxuyaniyê bide'. MHPê jî daxuyanî da: got 'AK Partî vê dike'. MHP, CHP, HDP dizîka ve bi hev re diaxivin, heman gotinê tînin rojevê. Çima? Hemû derdê wan ew e ku AK Partiyê ji îqtidarê bike. Tu gotineke wan a erênî tuneye."
Davutoglu got ku sê heb jî çeteyên îllegal hene û wiha dewam kir: "Yek jê paralel e, paralela Pensîlvanyayê. Hûn lê dinhêrin ku nûnerê Pensîlvanyayê li Diyarbekirê bi HDPê re diaxive, hûn lê dinhêrin ku Kiliçdaroglu diçe saziya wan a weşanê, hûn lê dinhêrin ku ew diçin cem Bahçelî. Bi dizîka ve têkiliya van bi hemûyan re heye."
Davutoglu got "Ya duyem Qendîl yanî PKK ye" û wiha dewam kir:
"Her roj daxuyaniyan dide û tehdîtan dike, paralela HDPê jî ew e. Ya sêyem niha derket, DHKP-Cya rêxistina terorê. Di bûyerên Edene û Mêrsînê de bersûcekî DHKP-Cyî hat girtin, me ev eşkere kir, dîmen hene, ev di 2007an de jî hatiye girtin. HDP dibêje ku: DHKP-Cê ev nekiriye. DHKP-C dibêje ku: Em piştgiriyê didin HDPê. Wexta ku diçin Kadikoyê aştîxwaz dixûyên, wexta ku diçin Amerîkayê bi dîasporaya êrmeniyan re dek û dolaban digerîn, dizîka ve bi DHKP-Cê re tevkariyê dikin. Xêra van merivan heye? Vêgav her şeş bi hev re dijayetiya AK Partiyê dikin."