ANKARA
Wekîlê Serokwezîriyê Ahmet Davutoglu ji bo avakirina hikûmeta nû û hevdîtina bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hat Qesra Çankayayê.
Davutoglu ji Avahiya Navenda Serokwezîriyê derbasî Qesra Çankayayê bû.
Wekîlê Serokwezîr Davutoglu dê hikûmeta 62yemîn pêşkêşî Serokomar Erdogan bike.
Serokomar Erdogan ji saet 11an 35 deqîqe dibihûrî hat Qesra Çankayayê.