İbrahim Atmaca
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
ANKARA
Ji bo Şaredartiya Bajarê Mezin ê Enqereyê namzedê AK Partiyê Mustafa Tunayê Şaredarê Sîncanê hat hilbijartin.
Piştî ku Melîh Gokçek îstifa kir, ji bo Şaredartiya Bajarê Mezin, Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê bi rêvebirtiya Cîgirserokê Yekemîn Alî Îhsan Olmez civîneke derasayî kir.
Tuna bi pêşniyaznameya hevpar wek namzed dan nîşan û dengdayîn hat kirin. Di dengdayînê da Tuna 104 deng hilda. Di hilbijartinê da 136 deng hatin avêtin, ji van dengan 29 vala bûn û 3 jî betal bûn.
Tuna di hilbijartinê da 104 deng hilda û bû Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê.