ÎZMIR
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di merasima ku li Hêwana Werzişê ya Karşiyakayê hat lidarxistin de axivî û ragihand ku namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Mezin ê Îzmirê Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim e.
Erdogan wiha got:
"Em pêvajoya ku dê Îzmirê ji nû ve bike marqeya cîhanê îro li vir didin destpêkirin. Em li Tirkiyeyê tev li jiyana tu bajarî nebûn. Em heta niha tevlî jiyana Îzmirê jî nebûn, em nabin jî. Em nahêlin ku tu kes tevlî bibe jî. Mudaxeleya li ser jiyanan, hişê tek partiryê ye. Mudaxeleya li ser jiyanê, karê kesên ku siyaseta tirsandin û gefxwarinê dikin e. Em piştgirê azadiyê bûn, em pîştgirê azadiyê ne."
Navên Namzedên ku Serokwezîr Erdogan eşkere kirin wiha ne:
Namzedê Şaredariya Mezin ê Îzmirê: Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim
Namzedê Şaredariya Bûrdûrê: Sebahattîn Akkay
Namzedê Şaredariya Ispartayê: Nûrî Ûzaktaş
Namzedê Şaredariya Karamanê: Ertûgrûl Çalişkan
Namzedê Şaredariya Qersê: Nevzat Bozkûş
Namzedê Şaredariya Kilîsê: Hasan Kara
Namzedê Şaredariya Osmaniyeyê: Mehmet Gurbuz
Namzedê Şaredariya Tûnceliyê: Erkan Koroglû
Namzedê Şaredariya Ûşakê: Nûrûllah Cahan
Namzedê Şaredariya Mezin ê Aydinê: Mûstafa Savaş
Namzedê Şaredariya Mezin ê Denîzliyê: Osman Zolan
Namzedê Şaredariya Mezin ê Manîsayê: Huseyîn Tanriverdî