Di çarçoveya pakêta demokratîkbûnê de navê Tûnceliyê dê bê guhertin û dê bibe Dersîm. Niha li ser vê îdiayê niqaş tên kirin. Hin kes vê qebûl nakin lê piraniya herêmê bi vê yekê kêfxweş e. Bi taybetî jî Tûnceliyî vê biryarê weke gaveke pir baş dinirxînin.
Ji Tûnceliyê karmendê teqawîd Hidir Mercan di vê mijarê de fikr û ramanên xwe ji nûçegîhanê AAyê re anîn zimên û diyar kir ku ev xeber bi tenê ne ji bo Dersîm û Tûnceliyê, ji bo hemû herêmê rûdanekê gelek xweş e û wiha dewam kir: "Navê Dersîmê ev 70 sal in ji bo gelê Dersîmê gelek girîng e. Li ser hemû qedexeyan gelên li herêmê dijîn bi tirs be jî li her cihê navê Dersîmê bi kar tînin. Lewra Dersîm namûsa wan e."
Mercan wiha pê de çû: " Di pakêta demokratîkbûnê de dayîna van navan bi tenê têr nake, divê gelek tiştên din bên kirin. Êdî lazim e ku gelê tirk jî xwe ji fikareya perçebûnê xilas bike. Bi vê sayê biratiya di nevbera gelên kurd û tirkan de dê xurttir bibe."
Esnaf û xebatkarên Tunceliyê jî ji bo ku dê navê Tûnceliyê bê guhertin û bibe Dersîm gelek kêfxweş in.