Serokomar Abdullah Gul bi balafira THYyê ji bo ku beşdarî Lijneya Giştî ya NY bibe çû New Yorkê.
Gul li Balafirgeha Esenbogayê daxuyaniyek da û diyar kir ku di serê bûyerên li Sûriyê heta niha hewl didin ku bûyer bê şer bên çareserkirin. Gul got ku tu kes tu carî şer naxwaze lê heke hûn amadeyê şer nebin nikarin beriya xeletiyan bigirin, ji ber vê yekê divê em vî karî wisa fêm bikin. Tu daxwazên Tirkiyeyê ji bo şer tune. Tirkiye tenê dixwaze ku ev qetlîama li Sûriyê demildest bê rawestandin û civaka navneteweyî bibiryariyeke bi hêz nîaşn bide.
Serokê TBMMê Cemîl Çîçek, Waliyê Ankarayê Mehmet Alî Ulutaş û hin rayedarên din Serokomar Gul ji Balafirgeha Esenbogayê bi rê kirin.
Wezîra Malbat û Polîtîqayên Civakî Fatma Şahîn û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu bi Serokomar Abdullah Gul re çûn New Yorkê. Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz jî dê li New Yorkê beşdarî lijneyê bibe.
Gul dê li New Yorkê beşdarî Lijneya Giştî ya 68emîn ya NY bibe.