Abdullah Tel
17 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2019
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ragihand ku îsal 49 rojnameger pîşeya xwe dema li ser kar û bar bûn, hatin kuştin.
Saziyê der barê bûyerên ku li dijî rojnamegeran hatin kirin da rapora salane weşand.
Di raporê da hat hat gotin ku 49 rojnamegerên dema li ser kar û barê xwe bûn yan rasterast wek hedef hatin hilbijartin û yan jî dema bûyera dişopandin hatin kuştin.
Ji rojnamegerên hatin kuştin 36ên wan bi pisporî vî karî dikirin, 10ên wan jî wek amator ji xwe ra li ser kar bûn û 3 kes jî wek xebatkarên piştgir ên saziyên medyayê bûn.
Di raporê da hat gotin ku 31 rojnameger rasterast bi qesta kuştinê wek hedef rastî êrîşê hatin û 18yên wan jî di şer û pevçûnan da hatin kuştin.
Li gor raporê kuştina rojnamegeran li gor sala par (2018) ji sedî 44 daket û ji sala 2003an vir va jî gihîşt asta herî kêm.
Di sala 2018an da hejmara rojnamegerên ku li Sûriye, Yêmen û Erebistana Siûdî dema şer û pevçûnan ji nêz va dişopandin, hatin kuştin 34 bû û ev hejmar di sala 2019an da daket 17an. Li Sûriyeyê 10, li Yêmenê 2 û li Efxanistanê jî 5 rojnameger hatin kuştin.
Li Meksîkayê weke sala par îsal jî 10 rojnager hatin kuştin. Di nav welatên ku lê şer û pevçûn tuneye da cihê herî zêde lê rojnameger tên kuştin Meksîka ye.
Ji bilî Meksîkayê li Hondurasê 2, li Kolombiya û Haîtiyê rojnamegerek hatin kuştin û li welatên Karayîp û Amerîkaya Latînê jî bi tevahî 14 rojnameger hatin kuştin.