DIYARBAKIR
Parlamenterê BDPyê Îbrahîm Ayhan ku ji ber doza KCKyê dihat darizadin ji Girtîheha Diyarbekirê ya Tîpa Dyê hat tehliyekirin. Îbrahîm Ayhan piştî tehliyeyê avahiya BDPyê ya bajêr ziyaret kir û çû Şanliûrfayê.
Îbrahîm Ayhan piştî tehliyeyê avahiya BDPyê ya bajêr ziyaret kir. Li vir Alîkara Serokê Giştî ya BDPyê Gultan Kişanak û partiyiyan pêşwaziya Ayhan kirin.
Ayhan li vir daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka Kurdan hemû pirsgirêk bi demokratîkbûnê ve çareser dibe.
Gultan Kişanak jî axivî û got ku Ayhan beriya siyasetê kiriye û wiha dewam kir: "Bi xêr hatî. Meydan ê we ye. Em ê zêdetir bixebitin û tekoşînê bidin. Em bextewar in, lê xemgînin jî, lewra bi hezaran hevalên me di girtîgehê de ne."
Piştre Îbrahîm Ayhan ji bo ku biçe Şanliûrfayê derket rê.