MARDÎN
Parlametera BDPyê Gulser Yildirim ku ji ber doza KCKyê dihat darizandin, ji Girtîgeha Tîpa Eyê ya Mêrdînê hat tehliyekirin. Piştî biryara Dadgeha Makezagonê dadgeha herêmî bi yekdengî biryara Gulser Yildirimê da û ji Girtîgeha Tîpa Eyê ya Mêrdînê hat tehliyekirin.
5emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê bi yekdengî biryara tehliyekirina Yildirimê da. Parlementera BDPyê Gulser Yildirima ku di Girtîgeha Tîpa Eyê ya Mêrdînê de bi awayekî girtî dihat darizandin, biryara tehliyebûnê di dema hevdîtina rû bi rû ya bi hevser û zarokên xwe re de sitand. Hevserê Gulser Yildirimê Kamiran Yildirim got ku dema bi hevsera xwe re hevdîtina rû bi rû dikirin, biryara tehliyekirinê gihişte wan. Hevserê Gulser Yildirimê Kamiran Yildirim jî der barê tehliyeyê de wiha got: "Şikir ku dadgehê biryara tehliyeyê da. Em gelekî kêfxweş in."
Piştî ku hat tehliyekirin Yildirimê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku tu wextê rizgariya şexsî nafikirim, ji ber ku yên di girtîgehê de mane difikirim, xemgîn im û wiha axivî: "Belê, ez li vir im, lê pênasa azadiyê tişteke din e. Ez hêvî dikim ku destê aştiyê vala nemîne û pêvajoya çareseriyê li ser bingeheke baş bimeşe."
Paşê Parlamenter Yildirim û partiyiyên BDPyê derbasî avahiya BDPyê ya bajêr bûn.