Serokomar Gul bi minasebeta Cejna 19ê Gulanê ya Werzîş, Ciwan û Bibîranîna Ataturk peyamek weşand.
Peyama Serokomar Gul bi "Ez bi minasebeta Cejna 19ê Gulanê ya Werzîş, Ciwan û Bibîranîna Ataturk hez û mihebeta xwe pêşkêşî we dikim" dest pê kir û wiha domand:
"Îro em ji aliyekê ve serfiraziya cejna xwe ya neteweyî hîs dikin û ji aliyê din ve jî kul û kedera bobelata Somayê di nava dil û cergê xwe de hîs dikin. Em wekî hemû gel di nava diltengiyeke mezin de ne. Bi vê wesîleyê ez careke din ji bo wan birayên me yên karker ên dema têkoşîna nanê xwe didan, mirin ji Xwedê rehmet dixwazim û ji bo birîndarên me jî şifa dixwazim. Ez kul û kedera malbat û xizmên wan fêm dikim. Bila serê hemû Tirkiyeyê sax be."
Gul destnîşan kir ku çûyîna Ataturk a Samsûnê hêvî û bawerî da gelê ku di nava şert û mercên gelek giran de bû û wiha dewam kir:
"19ê Gulanê pêngaveke dîrokî ye ku bi armanca rizgarkirina welat û xelaskirina rûmet û şerefa milet ve hat avêtin. Şerê Rizgariyê yê ku di 19ê Gulanê de di bin serkêşiya Ataturk de bi awayekî fiîlî dest pê kir bi biryarên wêrek ên meclisa me ya pîroz ve hat dewamkirin û di encamê de Komara Tirkiyeyê ya azad hat damezirandin. Em deyndarê wê xîret û têkîşîna ku berê hat dayîn in ku îro em dikarin behsa Tirkiyeke bihêz û pêşketî bikin."