LONDRA - ASLI ARAL/YUNUS KAYMAZ
Hefteya borî di rojnameya The Tîmesê de nameya îlana bazirganiyê ya ku deng li Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dikir hat weşandin. Çêker û derhênerê tirk Fûad Kavûrê ku di bin nameyê de îmzeya wî jî hebû dest nîşan kir ku name ji aliyê wî ve nehatiye nivîsîn, wî bi tenê kesên ku îmze name îmze kirine kom kiriye. Pereyê îlanê jî aliyê Komeleya Fikrên Ataturkhêz (ADD) ya ku li Îngîiîstanê ye hatiye dayîn.
Kavûr pirsên AAyê bersivand û îdia kir ku armanca wan a bi vê nameyê ne hicûmkirina li ser serokwezîr û hikûmetê ye. Kavûr wiha got: Kesê ku bi hilbijartinê hatibe, li welatekî demokratîk divê dîsa bi hilbijartinê biçe. Bi awayekî din temamî xelet e. Daxwaza me û bi taybetî jî ya min ew e ku bi rexneya bihezin. Ji bilî vê tu armanca me tuneye.
Kavûr bi lêv kir ku name ji aliyê wî ve nehatiye nivîsandin û di dema bûyerên Parqa Geziyê de jî li Emerîkayê bûye û ji ber ku Emerîkayê di televizyonên xwe de bûyeran bi awayekî eleqedar daye weşandin ew jî heyrî maye. Kavûr xwestiye îlaneke wekî ya ku di rojnameya New York Timesê de hatiye weşandin li Îngilîstanê jî bê weşandin û ji bo vê jî bi nivîskarê pirtûka "Ataturk" û dîroknas Andrew Mango şêwiriye. Kavûr wiha pê de çû: "Min ji Andrew re got, ez tiştek wiha difikirim tu yê jî îmze bikî? ji ber bûyeran ew jî xemgîn bû û got 'em tiştekÎ wisa bikin.'
Fûad dest nîşan kir li ÎngİLîstanê ji bo komkirina pereyan li ser hesabên fermî yên Facebook û Twîttirê ya ADDyê alîkarî xwestine. Nav di rojan de 65 hezar dolar hat komkirin. Piraniya pereyan ji aliyê ADDyên li wê derê hatiye berhevkirin û pereyê îlanê jî ji aliyê wan ve hatiye dayîn.