25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
ANKARA
Xelatên "Oscarên Çapemeniyê yên 2016an" ên komeleyê yên ku ji aliyê Komeleya Rojnamevanên Cihanê ve tê lidarxistin hatin dayîn. Ajansa Anadoluyê di kategoriya çapemeniyê de layiqê xelata "Ajansa Herî Baş a Nûçeyan" dîtin.
Arîkarê Serokê Komeleya Rojnamevanên Cihanê Mazhar Eylem Şîmşek di merasima xelatê ya ku li Galeriya Çandê ya Guvenparkê ya Enqereyê hat lidarxistin de got ku welatiyên ku beriya teşebûsa derbeyê ya 15ê tîrmehê û piştî wê şehîd ketin, di dayîna xelatan de bû faktoreke giring.
Şîmşek got ku wek Komeleya Rojnamevanên Cihanê şehîdan bi bîr tînin û wiha axivî: "Ez baweriya xwe ya ji bo bi hêviya ku em di rojên xweş de hemû bi hev re ji van rojên xirab xilas bibin dubare dikim. Ez li ser navê komeleya me ji ber ku hûn vir in û we piştgirî da me spasiya we dikim."
Di çarçoveya "Oscarên Çapemeniyê yên 2016an" de di kategoriyên cuda de xelat hatin dayîn. Ajansa Anadoluyê di kategoriya çapemeniyê de layiqê xelata "Ajansa Herî Baş a Nûçeyan" dîtin.
Nûçegihana Edîtoriya Nûçeyên Hûndir Ayşe Buşra Erkeçê li ser navê AAyê xelat sitand.