Fatih Gazioğlu
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
SEUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê plana Amerîkayê ya der barê Qudsê de got: "Trump behsa îhtimala barkirina Balyozxaneya Amerîkayê bona Qudsê û naskirina wê wek Paytextê Îsraîlê dike. Ev herdu rewş jî wê bibin biryarên dijî hiqûqê."
Serokwezîr Yildirim li Seulê piştî hevdîtina bi Lee Nak-Yeonê Serokwezîrê Koreya Başûr civîneke çapemeniyê li dar xist.
Yildirim li ser nîqaşên Qudsê wiha axivî:
"Trump behsa îhtimala barkirina Balyozxaneya Amerîkayê bona Qudsê û naskirina wê wek Paytextê Îsraîlê dike. Ev herdu rewş jî wê bibin biryarên dijî hiqûqê. Ev biryar wê li herêmê bibe sedema kêşeyên nû û êdî çareserkirina meseleyan wê bizehmet be. Ji ber vê em dibêjin hê wext heye bila tu daxuyaniyan nede. Ev wê hem ji bo herêmê hem jî ji bona aştiya hemû dinyayê bixêrtir be."
Serokwezîr Yildirim got Quds ji bo alema Îslamê meseleyeke hesas e û wiha dewam kir:
"Daxwaza me ew e ku di vê mijarê de tu pêngav neyên avêtin. Pênvagên ku bên avêtin wê xelet bin û bibin sedema encamên nebaş. Rêya aştiya di navbera Îsraîl û Filistînê de ew e ku Filîstîneke serbixwe ku Qudsa Rojhilat jî tê de, li gor sînorên sala 1967an bê naskirin. Filistîn û gelê Filistînê di doza xwe de mafdar in û Tirkiye jî her dem bi wan re ye û wê ji vir şûn da jî bi wan re be."