ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "200 kesê qaşo 'rewşenbîr' hatine bal hev û belavokek belav kirine. Derdê wan jî ew e ku partiya hevserokan bendê derbas bike. Me jî bi avakirina rejîma wesayetê ve sûcdar dikin."
Serokomar Erdogan li Bûlwara Damat Îbrahîm Paşa xîtabê xelkê Nevşehîrê kir.
Erdogan got ku sernava "(Ji serokomarê ku bi, ji sedî 52yan ve hat hilbijartin re îdam) avêtin û wêneya min danîn ser û wiha pê de çû: "Yek jî qurnaziyê dikin û dibêjin me tiştekî wiha nekir. Rast û durist bin. Bibin wekî merivan. Bizanibin ku di wê roja mezin a hesabê de ew dolarên we, ew pereyên we, ew sermiyanên we, ew şîrketên we dê we xilas neke. Wê we ji wê hesabê xilas neke. Ew roja mezin a hesabê alema ebedî ye. Li wir hesab şaş nabin. Li wir ruşwet derbas nabe. Li wir gendelî tuneye. Li wir mêzîn pir rast dipîve."
- "Ev kes nebû ku bû sedema mirina 50 kesî?"
- Erdogan der barê kilamên ku Hevserokê HDPyê Selahattîn Demîrtaş di televizyoneke taybet te strand de axivî û got ku "Popstarek derxistin" û wiha berdewam kir:
"Dibêjin ku tembûreke baş lê dixe, dengê wî jî xweş e. Bira bixêr be. Ev kes nebû ku di bûyerên 6-7ê Cotmehê de xelk derxist ser kolanan û bû sedema mirina 50 kesî? Ji aliyekî jî xwe nadin alî û gef li milet dixwin. Çi ye, ji efendiyê xwe re bêjim, heke partiya ku rêxistina cudaker û ya paralel piştgiriyê didinê ji bendê derbas neke wê krîz derkeve, wê biçin hilbijartina zûtir. Kî vê dibêje, li aliyekî serokê giştî yê partiyeke ku di îdiaya neteweperweriyê de ye, dibêje. Xeletiyeke wiha çawa dibe, tu çawa tiştekî wiha dibêjî? Tu çawa dikarî hêzên ewlekariya vî welatî serdapê tune bihesibînî?"
- "Çi ronahî, ev tarî ne, tarî"
Erdogan qala belavoka ku bi îmzeya 200 kesî ve amade kirin jî kir û wiha xeberda:
"200 kesê qaşo 'rewşenbîr' hatine bal hev û belavokek belav kirine. Derdê wan jî ew e ku partiya hevserokan bendê derbas bike. Me jî bi avakirina rejîma wesayetê ve sûcdar dikin. Me bi wesayrtê re şer kir û em gîhaştin van rojan. Îro roj heke ku wê li wesayetekê bigerin, bira herin, li wê dera ku li pişt disekinin binêrin."