Hat ragihandin ku li Sêrtê di ciyê Wargeha Mezinkirinê ya Sêrtê da ku di bûyerên 6-7ê cotmehê da hat şewitandin, wê Dibistana Navîn ya Huriyetê were çêkirin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Sêrtê Mehmet Fethî Suay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Me avahiyên Wargeha Mezinkirinê ya Sêrtê û Dibistana Navîn ya Huriyetê ku di bûyerên 6-7ê cotmehê da hatin şewitandin, hilweşand. Me ciyê Dibistana Navîn ya Huriyetê ji bo hewşê were emilandin da Dibistana Seretayî ya Huriyetê. Me avahiya Dibistana Navîn ya Huriyetê hilweşandin û em ê di ciyê wargehê da Dibistana Navîn ya Huriyetê çêkin."