Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, der barê pêvajoya çareseriyê de axivî û got ku ew gihiştine asteke girîng û wiha dewam kir: "Di vê astê de, pêdivî bi sebir û îstiqrarê heye. Em bi rêk û pêk di rêya xwe de dimeşin."
Ala, bi minasebeta vebûna Projeya Perwerdeya 10 hezar Moto Kûryeyan hat Saziya Tirkiye Tûrîng û Otomobîlê ya li Seyrantepeyê. Ala li vir pirsên rojnamegeran bersivand.
Rojnamevanekî got "Der heqê pêvajoya çareseriyê de, ji Qendîlê daxuyaniyek hat belavkirin. Tê destîşankirin ku dê Abdullah Ocalan ji meha nîsanê şûnda bikaribe beşdarî kongreya PKKyê bibe. Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, di vê mijarê de li ser hesabê xweyê twîtterê daxuyaniyeke tund belav kir. Gelo hûn di vê mijarê de çi difikirin?" Ala li ser vê pirsê wiha axivî:
"Em ji bo çareserkirina pirsgirêkeke girîng hewl didin. Em di vê mijarê de cidî ne û li ser mijarê bi hesas tevdigerin. Wekî ku tê gotin, ev pêvajo pêvajoya çareseriyê ye. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên girîng hewl didin. Ev pêvajoya, bi daxuyaniyên tund rê li ber çarserkirina pirsgirêkan girtinê nîne. Divê em di hemû mijaran de baldar bin. Her wiha em jî bi rêya çapemeniyê nabêjin filan kesî wiha got, bêvan kesî wiha got. Armanca me ew e ku em vê pêvajoyê bi rêk û pêk wekî ku welatî jî dixwazin bibin serî. Em di pêvajoyeke hesas de ne. Divê îstiqrar û sebir hebe."