Parlementerê êzdî yê Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê Şêx Şamo daxuyand ku xweserbûn an jî serxwebûna Şingala navçeya Mûsilê, ne mumkin e û wiha axivî: "Siyaseteke wiha wê êzdiyan tenê bihêle û wê bibe sedema pêşerojeke aqûbeta wê ne diyar."
Şêx Şemo der barê daxuyaniya Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş a "Divê gelê êzdî hêzên xweparastinê pêk bînin. Divê em piştgiriyê bidin rexistina wan û rêvebiriya wan. Heke Şingal bi herêma Kurdistanê ve bê girêdan, ev wê bibe sedema hin rîskên bi talûke." de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Şemo bi bîr xist ku li gor benda 140emîn a zagona Iraqê, Şingal di nav "herêmên bipirsgirêk" de cih digre.
Şemo wiha axivî: "Heke di sala 2007an de referandum bihata kirin, me yê bixwesta ku Şingal bi Herêma Kurdistanê ve bê girêdan. Heke referandum bihata kirin, îro ev felaketa nedihate serê êzdiyan. Rewşa Şingalê ji Rojavayê cudatir e. Modela kantonê ya li wir, ne li gor Şingalê ye. Ev herêm girêdayî Kurdistanê ye."
Şemo bal kişande rewşa êzdiyan û wiha axivî: "Xweserbûn an jî serxwebûna Şingalê ne mumkin e. Siyaseteke wiha wê êzdiyan tenê bihêle û e wê bibe sedema pêşerojeke aqûbeta wê ne diyar. Ji bilî vê, herêma Laleşê ji bo gelê êzdî pîroz e û di nav herêma Duhokê de ye. Em nikarin dev ji Laleşê jî berdin."