Serokomar Abdûllah Gul li Qesra Çankayayê bi merasimekê 5emîn Qralê Norveçê Harald pêşwazî kir.
Di merasima li Qesra Çankayayê de srûda neteweyî ya her du dewletan bi hev re hat gotin û 5emîn Qralê Norveçê Harald bi tirkî got "Merheba esker" û slav da leşkeran. Digel Serokomar Gul û Qral Harald, Hayrunnîsa Gul û Şahbanû Sonja jî beşdarî merasimê bûn.
Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler, Waliyê Ankarayê Alaaddîn Yuksel û tevî hin kesên têkildar beşdarî merasimê bûn.
Piştî hevdîtinan Serokomar Gul û Qral Harald li Qesra Çankayayê, daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar dan.
Serokomar Gul pirsên der barê muzekereya tevlibûna Yekîtiya Ewropayê de bersivand û bal kişand li ser muzekereyên YE yên ku demeke dirê je sekinîne.
Serokomar Gul wiha got: "Destpêkirina qonaxeke nû girîng e lê divê qonaxên din jî bên destpêkirin. Min her tim got ku bi ya min tiştê girîng ev e ku di serî de qonaxên berê ku hatine destpêkirin û nehatine temamkirin, bên temamkirin. Piştî ku muzakere bên temamkirin dê tTrkiye tevlî YE bibe. Divê ji bo vê welatên endamê YE rê li ber pêvajêyê nexitimînin. Helbet dê di pêşeroje de biryarên siyasî jî bên dayin. Di vê mijarê de Norveç mînakeke baş e. Ez carinan wek mînak Norveçê didim. Lê ev mijarên em ê îro li ser biaxivin nînin. Niha ji bo me ya girîng ev e ku muzakereyên îro bi awayekî serkeftî bi dawî bibin."