19 Nîsan 2016•Rojanekirin: 20 Nîsan 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Pêşiyê me got 'Pêvajoya Demokratîkbûnê', lê ev nebû. Peyra me got 'Pêvajoya Çareseriyê' ev jî nebû. Niha jî dema operasyonan e. Wê di dema operasyonan da çi bibe? Wê ev mesele biqede."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Mixtaran a 24emîn da xeberda û der barê têkoşîna dijî terorê da wiha got: "Di serî da me got 'Pêşîvekirina Demokratîk' lê ev nebû. Me got ' Yekîtiya Netewî û Biratiyê' ev jî nebû. Herî dawî me got 'Pêvajoya Çareseriyê' ev jî hat îstismarkirin, dîsa nebû. Êdî em vana daynin aliyekî. Me pêvajoya çareseriyê jî ceriband nebû û me ew 'kir sarincê.' Niha serdema operasyonan e. Gelo ew ê di serdema opersayonan da çi bibe? Ew ê ev mesele bê çareserkirin."
Erdogan di axaftina xwe da diyar kir ku sînorên îro yên Tirkiyeyê sînorên herî dawîn in û wiha got: "Mezinî û firehiya axa Dewleta Osmanî 100 sal berê nêzî 5 milyon kîlometreqare bû. Piştî îlankirina Komara me bi daxîlbûna Hatayê jî me bi tenê 780 hezar kîlomtreqare yanî ji şeşan yekê vê muhafaza kir. Helbet armanca sereke ew e ku ji ser vê erdnîgariyê kok û cilqelîna me bînin, em bi vê yekê dizanin. Bila tu kes li qisûrê mêze neke lê ew dewr êdî derbas bû."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku mafê tu kesî tuneye ku qesdî hizûra vî miletî bike û wiha dewam kir: "Emê digel hêzên xwe yên ewlekariyê heya dawiyê bi ser de biçin û em diçin jî. Em bi polêsên xwe, leşkerên xwe, gundparêz xwe ra yek in. Emê bi tevkariyê vî karî bimeşînin. Heger em vê nebin serî, bira xwelî li seriyan be, emê bi ser bikevin. Ev milet bihêz e û hêz û qeweta xwe heye ku bi ser bikeve."
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser têkoşîna li dijî terorê û wiha got: "Heta em rêxistina terorê, navên wê û alîgirên wê ku karê wan tenê kuştine jiyan nîne ji herêmê û welatê xwe neavêjin, em nikarin pêşiyê li ber êşan bigirin. Heger hûn li çareseriyê digerin çareserî ev e; heger rêxistina terorê û rêçên wê ji vê erdnîgariyê neyê avêtin çareserî çênabe."
Serokomar Erdogan wiha got: "Şehîdên me ji bo welat û gelê me yê ku wek namûs dizanibûn mirin. Hela bêjin ev civanên kurd ên ku ji navê terorîst hatin kuştin ji bo çi mirin? Gelo mirina van ciwanên ku merzelê piraniya wan jî ew ê tunebe tu talaşa baronên li Qendîlê ye? Mirina van ciwanan ji bo kesên ku baronên terorê yên li Qendîlê bi kar tînin bi tenê teqtîk û îstatîstîk nîne îcar çi ye?"
Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser bertekên li dijî Parlementoya Ewropayê û wiha got: "Berteka me ne wek sazûmanî li dijî Parlementoya Ewropayê û ne jî li dijî raporê ye. Berteke me ew e ku rapor ne bi nêrîneke çêkirinê bi nêrîneke xerakirinê hatiye amadekirin. Ev rapora ku di demeke têkiliyên navbera me û Parlementoya Ewropayê de di mijara penaberan, serbestiya vîzeyê û mijarên din de baş in derdikeve pêşiya me tevgereke provakatîf e. Ewropayî mûtlaq wê vê yekê bibînin, ez hêvî dikim ku bibînin."
Erdogan got, "Ji hewcedariya Tirkiyeya ya ji bo Yekîtiya Ewropayê zêdetir Yekîtiya Ewropayê hewcedarê Tirkiyeyê ye. Vê wisa bizanibin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê têkoşîneke mezin dan û wiha xeberda: "Leşker, polês, gundparêz û îstixbarata me, bi gelemperî hêzên me yên ewlehiyê bi fedakariyeke mezin cardin rêxistina terorê têk bir. Kesên ku ji xwe ra lîstika xweseriyê lîstin wenda kirin. Kesên ku xwestin bi siyaseta çalan bi ser bikevin wenda kirin."
Erdogan der barê parêzbendiyê da jî wiha xeberda: "Armanca parêzbendiya parlementeran diyar e. Di mijara wan hizrên xwe yên ku hûn ji ser kursî va tînin ziman, hûn xwedî parêzbendiyê ne. Lêpirsînên din û hemî rewşên sûcê, ji bo ku li ser we nebin amraza sînordarbûnê, hemî di dema parlementeriyê da têne qerisandin. Lê heger hûn vê ji xwe ra bikine fersendek û piştevaniya rêxistina terorê bikin û weke milîtanên rêxistina terorê tevbigerin, li qusûrê nenêrin, illehîn parêzbendî we naparêze. Ez ji ber wê lihevhatina li TBMMê şanaz im."