ANKARA
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk ragihand, Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê, roja pêncşemê bên bal hev.
Wezîr Çelîk li ser hesabê xwe yê Twîtterê yê malpera parvekirinê ya civakî daxuyand ku, Davutoglu û Kiliçdaroglu dê roja pêncşemê di saet 14.00an de, bên bal hev.
Çelîk di peyama xwe ya ser hevdîtina her du serokan de wiha nivîsî, "Serokwezîrê me dê digel Birêz Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê, roja pêncşemê, di saet 14.00an de, li Mêvanxaneya Dewletê ya Enqere Palasê bicive."
CHPê jî daxuyand ku Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di 13ê tebaxê roja pêncşemê di saet 14.00an de bên bal hev. Hevdîtin dê li Mêvanxaneya Dewletê ya Enqere Palasê bê kirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan ew ê Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk û Halûk Koçê Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê CHPyê jî tevlî civînê bibin.