Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk li ser Twîtterê diyar kir ku fîlma "Xewna Perperokê" dê beşdarî Oscarê be.
Li gor daxuyaniya wezaretê ya binîvîs Çelîk li ser Twîtterê wiha nivîsî: "Fîlma Xewna Perperokê ya ku wezareta me piştgiriya wê kir û Yilmaz Erdogan nivîsandiye û derhêneriya wê kiriye, wek berendamê Oscarê hat hilbijartin. Pîroz be."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Endamên Komisyona Çalakiyên Hunerî ji bo Xelatên Oscar Academy ya 86mîn ku dê li Amerîkayê bê lidarxistin, fîlma ku dê di beşa "Fîlma Biyanî ya Herî Baş" de welatê me temsîl bike diyar kir. Komisyona Çalakiyên Hunerî ya ku ji Alî Atlihan (Alîkarê Midûrê Giştî yê Sînemayê), Îsmail Gûneş (Sînebîr), Semîh Kaplanoglu (Setem), Ercan Kesal (SenarîstBîr), Kurtuluş Ozgen (BSB), Nîlûfer Açikalin (Bîroy), R.Yilmaz Atadenîz (Sesam), Sevîl Demîrcî (Seyap), Mehmet Altioklar (Fiyab), Murat Tokat (Tesiyap), Melîs Behlîl (Sîyad), Reîs Çelîk (Fîlmyon), Mustafa Kuşçu (Sînesen) pêk tê bi piraniya rayan ve fîlma "Xewna Perperokê" hilbijartin ku ev fîlm beşdarî pêşbirkê bibe.
Der barê fîlmê de wiha hat gotin:
"Fîlma Xewna Perperokê ya ku Yilmaz Erdogan nivîsandiye û derhêneriya wê kiriye di 22ê sibatê 2013an de li Tirkiyê û welatên Rojhilata Navîn ketibû vîzyonê. Fîlm behsa Tirkiyê ya sala 1941an û Şerê Cihanê ya Duyemîn û wan rojan dike. Ji çîroka rastîn a du şaîrên ciwan û evîna wan, têkoşîna wan a jiyanê derdixe pêş. Di fîlmê de KivançTatlitug, Belçîm Bîlgîn, Mert Firat, Zeynep Farah Abdullah û Yilmaz Erdogan rolên sereke dilîzin. Fîlm di dîroka sînemaya Tirkiyê de ji hêla prodûksiyonê ve wek fîlma herî biha tê zanîn û bi dîmenên xwe, mijara xwe û performansa lîstikvanan ve gelek hat ecibandin."