SILÊMANIYE
Heyeta BDPyê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de çû Qendîlê û vegeriya Silêmaniyeyê ya Herêma Kurdistana Iraqa Federa (HKIF).
Heyeta BDPyê ji Serokê Giştî yê BDPyê Selahettîn Demirtaş, Parlamenterê BDPyê yê Wanê Nezmî Gur, Parlamentera BDPyê ya Qersê Mulkiye Bîrtane û Nûnerê BDPyê yê Hewlêrê Cemal Coşkûn pêk dihat. Heyetê diyar kir ku li Qendîlê bi berpirsiyarên KCKyê re axivîne.
Demirtaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku berpirsiyarên KCKyê ji bo nameya Ocalan wekî bersivekê tu name nedane me û wiha got: "Me bersiveke nivîskî negirt, gotinên xwe destnîşan kirin. Lê dibe ku di rojên pêşiya me de di nav xwe de biaxivin û nîqaş bikin û bersiveke nivîskî bidin. Der barê nameya Ocalan a dawîn de ray û ramanên xwe bi me re parve kirin. Heyeta me ya ku biçe Îmraliyê dê van fikr û ramanan ji Ocalan re bêjin."
Demirtaş der barê heyeta BDPyê de ku dê biçe Îmraliyê wiha got: "Hê ne diyar e, lê dibe ku di hefteya pêş me de pêk were."