Mustafa Hatipoğlu
09 Mijdar 2023•Rojanekirin: 09 Mijdar 2023
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ra hevdîtin kir.
Erdoganê ku ji bo Zîrweya 16em a Teşkîlata Hevkariya Aborî li paytextê Ozbekistanê Taşkentê ye, bi Reîsî ra hevdîtin kir.
Di hevdîtina ji çapemeniyê ra girtî bû da Wezîrê Karên Derva Hadan Fidan, Wezîrê Bazirgahiyê Omer Bolat, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun, Serşêwirmendê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç, Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Fatih Şahin, Parlamenterê MHPyê yê Samsunê Îlyas Topsakal û hin peywirdaran jî beşdariya hevdîtinê kirin.
Ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê li ser hevdîtina Erdogan-Reîsî daxuyanî:
"Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê qeyrana însanî ya diqewime û gavên ji bo çareseriyê hatin gotûbêjkirin"
Di hevdîtina Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî da ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê qeyrana însanî ya diqewime û gavên ji bo çareseriyê û her wiha peywendiyên dualî yên Tirkiye-Îranê û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Ragihandina Serokomariyê der heqê hevdîtina Serokomar Erdogan-Reîsî da ku ji bo Zîrweya 16em a Teşkîlata Hevkariya Aborî li paytextê Ozbekistanê Taşkentê ne, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di hevdîtinê da ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê qeyrana însanî ya diqewime û gavên ji bo çareseriyê û her wiha peywendiyên dualî yên Tirkiye-Îranê û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinê da Serokomar Erdogan diyar kir, bidawîbûna êrîşên Îsraîlê dê xizmeta aştiya herêm û dinyayê bike û her wisa Teşkîlata Hevkariya Îslamî di zîrweya dê were kirin da divê ji bo çareseriyeke adilane hewl bide. Serokomar Erdogan bal kişand ku Tirkiye amade ye, berpirsiyariya garantoriyê hilde ser milê xwe û meseleyê çareser bike û her wiha divê alema Îslamê helwesteke hevbeş nîşan bide û zexta li ser Îsraîlê zêde bike."