Zafer Fatih Beyaz
11 Mijdar 2023•Rojanekirin: 11 Mijdar 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî Civîna Hevpar a Derasayî ya Teşkîlata Tevkariyê ya Îslamê û Lîga Ereban bibe bi "TRK"ya balafira taybet di saet 09.30î da çû Riyada paytextê Erebistana Siûdî.
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Serokê Karên Îdarî ya Serokomariyê Metîn Kiratli ê Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn Erdogan li Balafirgeha Esenbogayê bi rê kir.
Bi Serokomar Erdogan ra Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Îbrahîm Kalin û Serşêwirmendê Serokomar û Balyoz Akîf Çagatay Kiliç jî çûn Riyadê.
Di rojeva Civîna Hevpar a Derasayî ya Teşkîlata Tevkariyê ya Îslamê û Lîga Ereban da êrîşên ku Îsraîl dibe ser Xezeyê, axa dagirkirî ya Filistînê û êrîşên li ser gelê Filistînî heye.
Serokomar Erdogan wê di rûniştina civînê da biaxive û tê payîn ku bi pêşengan ra hevdîtinên yek bi yek bike.