İbrahim Atmaca
17 Îlon 2018•Rojanekirin: 17 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi balafira "TC CAN"ê va di saet 12.35an da çû Soçiya bajarê Rûsyayê.
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Mevlut Unsal û rayedarên din li Balafirgeha Ataturkê ji Mala Mêvanan a Dewletê Erdogan bi rê kir.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Bazirganiyê Ruhsar Pekcan jî bi Serokomar Erdogan ra çûn Soçiyê.
Erdogan ji bo wê li Rûsyayê bi Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladimir Putîn ra hevdîtina dualî bike.