Ekip
13 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Bila dilê welatiyên me rihet be em ê enflasyonê dîsa daxin yek xaneyê. Me gavên ku wê aboriyê xurt bikin û Tirkiyeyê mezin bikin avêtin û em diavêjin jî."
Erdogan piştî serdana xwe ya li Lîtvanyayê ku beşdarî Civîna Serokên Hikûmet û Dewletên NATOyê bû, gava dageriya di balafirê da ji rojnamevanan ra axivî.
Serokomar Erdogan der barê endamtiya Yekîtiya Ewropayê da got ku di mijara pêvajoya endamtiya me ya Yekîtiya Ewropayê (YE) da qinaetekî erênî heye ku bila dîsa bê rojevê û wiha pê da çû, "Em ê mizakereyên rojanekirina Yekîtiya Gumrikê ya wê tesîreke baş ser aboriya Tirkiyeyê bike bileztir bimeşînin. Di serbestiya vîzeyê da jî em ê bigihêjin merheleyekê."
Erdogan got ku di encama xebatên erênî yên Yekîtiya Ewropayê da em ê jî hewl bidin sozên me dane bikin rewacê.
Serokomar Erdogan ji bo protokola beşdarbûna Swêdê ya NATOyê wiha got, "Meclisa me wê gavan bişopîne û di çarçoveya berjewendiyên welatê me da wê biryarê bide."
Erdogan diyar kir wek Tirkiye li ser sozê xwe disekinin û got ku em dixwazin encamên berbiçav ên gotûbêjên hewla qezenc-qezencê bibînin.
- Serdana li welatên Kendavê
Serokomar Erdogan der barê serdana xwe ya ber bi welatên Kendavê va wiha got, "Di hevdîtinên me yên berê da gotibûn ku ew ji bo veberhênanên cidî li Tirkiyeyê bikin amade ne. Bi serdanê ev dê bi cî bê."
- Kirîna F-16an
Erdogan ji bo mijara kirîna F-16an wiha axivî, "Der barê firotina F-16yan da Bîden û rêvebiriya wî li gor feydeya welatê me tevdigerin. Wezîrên me wê bi mixataban ra hevdîtinan bikin û dê feydeya wê bigihêje pêvajoyê."
- "Em ê enflasyonê dîsa daxin yekxaneyê"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji bo zêdekirina rezervên navneteweyî polîtîkayên rasyonel dikin rewacê û got ku em ji bo veberhênanên navneteweyî ber bi welêt va bînin jî dixebitin.
Erdogan diyar kir di heyameke yekmehî da rezervên Bankaya Navendî 14,2 milyar dolar baş bûye û got ku ev wêrekiyê dide derûdora aborî, fînans û bazirganiyê û wiha dewam kir, "Bila dilê welatiyên me rihet be, em ê enflasyonê dîsa daxin yekxaneyê. Me gavên ku wê aboriyê xurt bikin û Tirkiyeyê mezin bikin avêtin û em diavêjin jî."
- Mijara koçberên bêdestûr
Serokomar Erdogan der barê meseleya koçberên bêdestûr da jî wiha peyivî, "Di demeke kin da wê welatiyên me guherînên der barê koçberên bêdestûr da hîs bikin. Hêzên me yên ewlehiyê çavdêrî û xebatên xwe zêde kirine."