Ali Kemal Akan
14 Mijdar 2022•Rojanekirin: 14 Mijdar 2022
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo beşdariya Lûtkeya Serokan a G20ê ya 17emîn bi balafira taybet "TRK"yê gihîşt girava Baliyê ya Endonezyayê.
Li Balafirgeha Navneteweyî ya Balî Ngurak Raiyê Wezîrê Tenduristiyê yê Endonezyayê Budi Gunadi Sadikin, Waliyê Baliyê Wayan Koster, Balyoz Ahmet Cemil Miroglu û peywendîdarên din Serokomar Erdogan pêşwazî kirin.
Digel Serokomar Erdogan, xanima wî Emîne Erdogan, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddin Nebatî, Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kîrîşçî, Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik, Serokê Pîşesaziya Parastinê Îsmaîl Demir, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî gihîştin Baliyê.