Ferdi Türkten,Ali Kemal Akan
14 Mijdar 2022•Rojanekirin: 15 Mijdar 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya Civîna G20î bi Serokê Endonezyayê Joko Widodo ra hevdîtin kir.
Hevdîtin li Apurva Kempinskiya ku civîn wê lê were kirin, pêk hat. Her du pêşengan beriya hevdîtinê daxuyaniyeke kin da çapemeniyê.
Serokomar Erdogan ji bo eleqeya ku nîşanî şexsê wî û heyeta wî dan, spasiya Widodo kir.
Erdogan ji bo serokatiya heyamê ya G20î Endonezya pîroz kir ku vê wezîfeyê bi serkeftî dimeşîne.
Erdogan ji niha va seba Endonezyayê serkeftin xwest ku wê di 2023yan da serokatiya heyamê ya ASEANê bike û wiha got, "Ez ji bo hedefa me ya şirîkatiya diyalogê, benda piştgiriya we me."
Serokomar Erdogan wiha axivî, "Mekanîzmaya Konseya Tevkariya Stratejîk a Payebilind ku me îro bi hev ra ava kir, seba têkiliyên me yên du alî gaveke dîrokî ye."
Hevdîtinê bêyî çapemeniyê dewam kir.