Mümin Altaş
14 Sibat 2024•Rojanekirin: 14 Sibat 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyareta fermî hat Misrê û li paytexta wê ya Qahîreyê ji aliyê Serokomarê Misrê Ebdulfettah es-Sîsî va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Dema ku Serokomar Erdogan hat Qesra Îttîhadiyeyê, Sîsî ew pêşwazî kir.
Piştî ku Erdogan û Sîsî derbasî qada merasimê bûn, top hatin avêtin û sirûda neteweyî ya her du welatan hatin xwendin.
Erdogan bi hevkarê xwe Sîsî ra qiteya merasimê kontrol kir û silav dan eskeran. Her du Serokomaran destê hev toqe kir û poz dan mensûbên çapemeniyê.
Piştî ku serokomaran heyetên welatên xwe bi hev dan nasîn, hevdîtinên yek bi yek û heyetî dest pê kirin.