Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serowezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî hatin bal hev.
Hevdîtin li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Dolmabahçeyê ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
Davutoglu ji Otêla Shangri La Bosphorusê heta Ofîsa Serokwezîriyê meşiya.
Dema ku Barzanî hat ofîsê jineke pîr xwest bi Davutoglu re biaxive.
Polêsên sivîl jinika pîr asteng kirin û jinik xeriqî. Bi alîkariya polêsan jinika pîr rakirin nexweşxaneyê.