ANKARA
Neviyê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan "Alî Tahir" li Îstanbûlê Xwedê da.
Li gorî agahiyên çavkaniyên Serokatiyê, lawikê Bîlal-Reyyan Erdogan li nexweşxaneya Medîpol Mega ya Bagcilarê di saet 19.00an de Xwedê da.
Li gorî agahiyan rewşa dayik Reyyan Erdogan baş e. Navê pitika ku 3 kîlo û 210 gram Xwedê da Alî Tahir e.
Serokwezîr Erdogan çû serdana neviyê xwe
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan neviyê xwe Alî Tahirê nûbûyî li nexweşxanê ziyaret kir.
Serokwezîr Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan ji bo neviyê xwe yê nû Xwedê da ziyaret bikin bi balafira taybet hatin Îstanbûlê û derbasî nexweşxaneya Medîpol Mega ya Bagcilarê bûn.
Serokwezîr Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan nêzî 2 saetan li nexweşxanê man.