ANKARA
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu der heqê ziyareta Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Mesûd Barzanî ya Diyarbekirê de got: "Divê rêveberek, bi taybetî di polîtîkayên karên derve de wisa bike ku hinekên din wî bi kar neynin. Wisa tê zanîn ku Barzanî ket vê dafikê. Tiştekî wiha neyînî heye. Ev tiştê neyînî dê bi çi karî xwe rayê Tirkiyeyê bide em ê di pêşerojê de bibînîn."
Kiliçdaroglu wiha axivî:
"Birêz Barzanî dê were Diyarbekirê, eva peşiyê bi nûçetî hat gotin paşê jî hat piştrastkirin. Li gorî nûçe û şîroveyên rojnameyên îro mirova wetrê 'AKP ji bo polîtîkayên hundir Barzanî bi kar tîne.' Divê rêveberek, bi taybetî jî di polîtîkayên karên derve de wisa bike ku hinekên din wî bi kar neynin. Wisa tê zanin ku Barzanî ket vê dafikê. Tiştekî wiha neyînî heye. Ev tiştê neyînî dê bi çi karî xwe rayê Tirkiyeyê bide em ê di pêşerojê de bibînîn. BDP ji bo vê ziyaretê aciz bûye. Dibêjin 'Tu tê Diyarbekirê çima hayê me bi hatina te tuneye.' Îbrahîm Tatlîses û Şivan Perwer jî dibin wira. Wana berê ji hev re tiştên pir xerab gotibûn. Ev çito tişt e? Lê belê siyaset tiştekî wiha ye. Em çima siyaseteka pak dixwazin, ji bo ku tev bûyerên wiha nebin."