Yıldız Nevin Gündoğmuş
14 Gulan 2023•Rojanekirin: 15 Gulan 2023
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn raya xwe da.
Bahçelî hat Dibistana Navîn ya Anittepeyê ya Enqereyê û raya xwe avêt sandiqa ku hejmara wê 1296 e.
Bahçelî li vir silav da wezîfedaran û paşê jî daxuyanî da rojnamevanan.
Bahçelî anî ziman Xwedê nesîb kiriye ku wî wezîfeya raydayînê kiriye û wiha axivî: "Di jiyana min a siyasî da ev hilbijartineke giring e. Di vê hilbijartinê da beşdarî zêde ye. Înşallah ji bo miletê me li ser xêrê be. Ji partiyên me yên siyasî ra serkeftinê dixwazim."
Bahçelî ji rojnamevanan ra daxuyand ku ewê encamên hilbijartinê ji navenda giştî ya partiyê bişopîne.