Eşber Ayaydın,Müslüm Etgü
02 Hezîran 2024•Rojanekirin: 02 Hezîran 2024
Li Hîlwana navçeya Şanliurfayê ji ber ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) biryar dabû ku ji bo endamtiya Meclisa Şaredariyê û Serokatiya Şaredariyê hilbijartin bên dubarekirin, dengdayînê dest pê kir.
LHByê piştî Hilbijartina Giştî ya Rêveberiyên Herêmî ya 31ê Adarê îtirazan lêkolîn kiribû û biryar dabû ku hilbijartinên li navçeya Hîlwanê bên dubarekirin.
Di vê çarçoveyê da li Hîlwanê di saet 08.00î da dengdayînê dest pê kir.
Dengdayîn wê di saet 17.00î da bi dawî bibe.
Li navçeyê 27 hezar û 686 hilbijêrên ku qeyda wan heye wê di 125 sandoqan da dengê xwe bidin.