Salih Bilici
15 Gulan 2023•Rojanekirin: 15 Gulan 2023
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinek kir û encamên hilbijartinê nirxand.
Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê ev daxuyanî da:
"Hilbijartinên 14ê Gulanê bi uhulet û suhuletê va wekî şahiyeke demokrasiyê bi rê va çû ku ev yek nîşaneya kemilîna demokratîk a Tirkiyeya me ye. Di demeke ku hilbijartin di atmosfereke erênî û demokratîk da derbas bûye û cudakirina dengan hê didome da meriv bixwaze bi lez û bez encaman ragihîne, ev yek dê were maneya xesbkirina îradeya millî. Em kêfxweş in ku tewecuha gelê me di pêvajoya cudakirina dengan da reng vedide. Ez ji hemû hevrê û hevalên xwe yên dozê rica dikim ku encam heya bi awayekî fermî eşkere nebin, ji ber sandoqan veneqetin. Ez hemû welatiyên xwe tebrîk dikim ku li ser navê demokrasiyê deng dan û di xebatên hilbijartinê da cih girtin û her wiha ez ji bo hemûyan sipasiyên xwe îfade dikim."