DIYARBAKIR
Parêzerên parlamenterên BDPyê piştî biryara Dadgeha Cezayê ya Giran a Diyarbekirê ya 5emîn îtiraz kirin û Dadgeha Cezayê ya Giran a Diyarbekirê ya 6emîn biryara dadgehê nirxand û daxwaza tehliyekirina Parlamenterên BDPyê Gulser Yildirim û Îbrahîm Ayhan bi yekdengî red kir.
Li ser biryara Dadgeha Makezagonê Dadgeha Cezayê ya Giran a Îstanbulê ya 13emîn Parlamenterê CHPyê yê Îzmirê Mustafa Balbay tehliye kiribû. Parêzerên parlamenterên BDPyê li ser vê ji bo tehliyekirina parlamenteran serî li dadgehê dabûn û Dadgeha Cezayê ya Giran a Diyarbekirê ya 5emîn ev daxwaz red kiribû. Parêzerên parlamenterên BDPyê piştî biryara Dadgeha Cezayê ya Giran a Diyarbekirê ya 5emîn îtiraz kirin û dozgeriyê dîsa biryara nirxandina dosyeyên parlamenteran dabû. Dadgeha Cezayê ya Giran a Diyarbekirê ya 6emîn biryara Dadgeha Cezayê ya Giran a Diyarbekirê ya 5emîn nirxand û daxwaza tehliyekirina Parlamenterên BDPyê Gulser Yildirim û Îbrahîm Ayhan bi yekdengî red kir.