ANKARA
Çaglayan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku wî ji wezîfeya xwe îstifa kir û wiha got: "Operasyona ku di 17ê çileya pêşîn de hate destpêkirin diyar e ku li dijî hikumeta me, partiya me û welatê me dafikeke qîrêj e. Ji bo ku ev lîstika qîrêj ya ku hevalên min ên xebatê û kurê min jî xistin nav, bê xirabkirin ez ji wezîfeya xwe ya Wezariya Aboriyê îstifa dikim."
Wezîrê Karên Navxweyî Guler
Wezîrê Karên Navxweyî Muammer Guler jî di der barê operyasyona ku navenda wê Stenbolê de got ku ev operasyon li dijî hikumetê, AK partiyê û welêt dafikeke qîrêj e û diyar kir ku ji bo ku vê lîstîka qirêj ya ku kurê wî jî xistine nav bê xirabkirin û rastî bên eşkerekirin, ji wezîfeya xwe ya wezîriyê îstifa kiriye.
Guler di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Ji bo ku ev lîstîka qirêj ya ku kurê min jî xistine nav bê xirabkirin û rastî bên eşkerekirin min di heman rojê de ji Birêz Serokwezîr re gotibû ku ez ji wezîfeya xwe îstifa dikim. Min daxwaza îstifaya xwe 25ê çileya pêşîn 2013an de bi nivîskî da meqama Serokwezirtiyê."